BANG LI WE

0
1684

Welatê min dûre ji min.
Dûr û bi birînê weka min.
Dûre welatê min ji çavên min ne ji dilê min.
Birînên welatê min.

Ji ber zora zilmê.
Zilma dagirkeran ji aliyek.
Ya ehmeqi u bêbextîyê ji alîyêkî din.
Êşên vana tev yek bi yek.

Êşên birînên welatê min.
Weka êşên li dil û serê min.
Ez û welatê xwe.
Ji ber êş û birînan.

Yekin em wekhev.
Banga hewarê bersiv neda min û welatê min.
Ji ber bersivê ve.
Herikî hat bi ser me da.

Bi lez û bez.
Zilm û zordar î.
Hanî berhev.
Ehmeq bêbext û dagirkeran.

Tev bûn yek.
Har bûn bi êrişa xwe.
Bi hevûdûre bi êrişa xwe ve nebûn qasên kerêk.
Kerên bê xwedî li kaş û kendalên Kurdistan ê.

Kerên bê hefsar û bê pergal.
Dîn û kêm aqilên Kurdan.
Dan pey wan.
Wan kirin nav newalan.

Newalên çiya u zozanên Kurdistan.
Dora we ye ana.
Rabin ser xwe bikevin riya xwe.
Riya we li heviya we.

Gel û welat bendeware.
Ez bawer im deng tê we.
Dora we ye û dema we ye.
Karsaz, karmend, dewlemend û hunermendên me.

Bi aqil û serbilindên me.
Bibin berf û têpî.
Bicemidînin tevên neyaran.
Dagirkeran.

Ehmeq u bêbextan.
Bişîriqin weka birûskên li asîman.
Bibin baran û naser di bîst û yekê Adarê de.

Bişon welatê me.
Ji qirêjiya neyaran.
Ehmeq û bêbextan.
Bibin teyrik û bibarin.

Bibin tov li axa Kurdistan ê.
Tovên dermanên birînan.
Birînên min û welatê min.

Êşa dil û serê min û xwe.
Tev êşên welat û gel.
Nav lê dayînin bi zanistî.
Bêjin Kurd û Kurdistan.

Kurdistan a serbixwe.
Dewletên Yekbunên Kurdîstan.
Wên tev bê êşên xwe û welatê xwe,
bigihêjin miradê xwe li paşiya riya xwe.

Em tev bihev re bêjin.
Bê Kurdistan a serbixwe jiyan heram be li me.
Serbilind û bi rûmetên me.
Ji xwe pirs bikin. Dengê min hate we?

Dema we xweş.

Hüseyin Baybaşin

TEILEN
Önceki İçerikKÜRDÇÜYÜM. UNUTTUYSANIZ
Sonraki İçerikNASNAME