EM HIŞYARIN

0
1677

Dengê teyr û tirûran.
Viz viz a kêzikan.
Banga qerqercink u qurqurokan.
Ûrîna gur û tevên awêran.
Tistis a maran.
Wehqîna mişk û koremişkan.
Xişxişa pelê daran û gumîna ba yê neqeban.
Xuşîna ava çem û şelalan.
Têne gohên min ji Welatê min.
Welatê rind û cengaweran.
Welatê bi rûmetan.
Em hişyarin her dem.
Zivistanê germin bi baya cimidî.
Biharan ava erd û bostanan.
Fêkiyê rez û zeviyan.
Gul u sosinê dilgirtiyan.
Havînan şivan û bêrîvan.
Hênik dibin bi tav û germa rojê.
Payîzan govendvanin li dawetan.
Herê herê.
Ji derya sipî û ya reş.
Gola wane û Ûrmiyê.
Ji Qespiyê(Hazar Denizi) û derava Îran ê.
Herin Kêrkûk û Mûsilê.
Heta neqeba Helebê û çiyayê Kurdan.
Em bigihîjin hev li ser Derya sipî.
Bînin bîra xwe serhildanan.
Licê û Dêrsimê.
Qoçgirî û Geliyê Zîlan.
Mahabad û Berzan.
Şengalê û Kobanê.
Amed û Erbîl.
Tev bi hev re.
Deng û bêhn tînin ji min re.
Bêhna tirs û sawa neyaran.
Deng dengê qerarê.
Emê çek û leşkerên wan bihelînin.
Emê bişon qirêjiyên wan.
Bi bêhn û dengê xwe.
Çûn û çûn neyarên dagirker.
Em deng û bêhna xwe.
Biparêzin gel û welatê xwe.
Bimînin em xwe bi xwe ser bi xwe.
Gel û welatê xwe.
Kurd û Kurdistan

Hüseyin Baybaşin

TEILEN
Önceki İçerikKURD U KURDÎSTAN AŞKI GERÇEK AŞK
Sonraki İçerikEZ Û TU