ÊŞ Û DERMANÊ MIN

0
1560

Hİşê serê min teng û tofane îro.
Pêşiya çavê min mij dûxan û tariye.
Guhên min agir û alawî re dev bi devên.
Zikê min tijiye.
Qirka min xitimiye.
Zimanê min werimiye mezin û gilole.
Dev û lêvên min qufil bûne bi diranê min.
Lingên min qeydan de aliyêk xuşk yek bira.
Dilê min sar û cemed.
Laşê min bi hêrs û lerz.
Destê min da zerf ji Enqerê.
Bêhnek erzan jê tê.
Bêhna erzan.
Rêzên bêhno di nav de.
Rêzên derew û bêhno.
Ji seriyên vala tê.
Seriyên vala bê mejî.
Bê mejî û dil tine.
Seriyên vala û barên giran.
Barên giran û bêhno.
Ji neyaran girantir û bêhnotir.
Welatê serbixwe dermanê min.
Dê deng bide.
Li benda teme.
Hêvîdar im hêvîdarê te.
Dewletên Yekîtîiya Kurdistan.
Hêvîdarê te me tu dermanê min.
Em bêjîn Kurd û Kurdistan.
Mala me.
Jiyana me.
Dermanê êşên me.
De were êdî nesekine.
Navê te Dewletên Yekîtiya serbixwe.
Em li hêviya te ne.
Dermanên me.
Dermanê êş û birînên me.

Bi hêvîdariya dilxweşî û xelasiya teva Kurdan.
Bi baweriya avabuniya Dewletên Yekîtiya Kurdistan.
Bimînên di xêr û xweşiyê da.

Hüseyin Baybaşin