Li malê berdilk li dibistanê zarok im.
Hiş û aqil im mêjiyê serda.
Ronahiya çavan zimanê dengbêjan.
Dest û piyên şervanên serxwebûnê.
Mamosteyê rêberan.
Hevalên keç û xortan.
Sebr im.
Sebra dayîk û bavên welatparêzan.
Derman im ji bo birîndaran.
Can im ji bo şehîdan.
Birîndar û şehîdên Kurdistan.
Cotyar im li deştan.
Cenan im li nav bostanan.
Şivan im li zozanan.
Siwarê hespê boz im.
Derî bi derî digerim li Kurdistanê.
Dengê zanistan im.
Ji bo Kurdan yek bi yek.
Cesaret û dewlemendiya bêkesan.
Parezerê girtiyan.
Ava kaniyan.
Tehemê sifra birçiyan
Pale me li nav rezan.
Makîne me li fabrîkan.
Bereketa qezencan.
Duha yên hêvîdaran.
Namirim vame li vir îm.
Win jixwera birevin.
Wenda bibin.
Ji wera dibêjim hey win, neyarên Kurd û Kurdistan.
Hüseyin Baybaşin