NIRXA ÇANDA ME

0
553

Divê em Kurd şert û mercên zilma kû em têde ne bi tu awayî piçûk nekin û tewşo mewşo nebînin pergala cîhanê ya heyî bi rastî binirxînin,bi riya aqilmendî armanca serxwebûnê bidin ber xwe.Ji bo me Kurdan bê serxwebûnê tu rêyek tune ye.Ger kû em bi vî hişmendiyê tevbigerin xelasiya me dê ne dijwar be.Ger kû em gelê Cihûyan ê dewleta Îsraîlê ava kirine bo xwe bikin mînak ewê riya kintir û ewleh be.

Ger kû em çanda xwe bi zimanê xwe pêşve nebin emê îxaneta herî mezin bi xwe bikin.Û teqez divê em çanda xwe bi zimanê xwe pêşve bibin.Ji bo vî jî divê em tu tiştekî ne li rê nepejrînin.Çanda me zimanê me dorpêç dike.Pêşketinên huneriyê me dorpêç dike.Emê di vî riyê de nirxên xwe bi ciwanên xwe bidin fêr kirin û ji nifşên pêşerojê re jî mîrate bihêlin.