Welatê min (Kürdçe şiir)

0
2122

Roja te xweş welato. .
Baweriya bi te ronahiye.

Dermanê birîn û êşane.

Hebûna te bi rûmetiye.
Hukmê hebûna te, hewra zilmê ji dora min bela dike.
Tarîtiya îxanetê li min ronî bû.
Neqebên bêbextiyê li pêşiya min rast bûn.
Birîn û êşê dil û hişê min rehet bûn.
Tu bi xêr hatî gula min.
Der û dora min tev rê bûn. Riyên tevlihev.
Ez wenda bûbûm.
Bêhna hebûna te bû rêberê min.
Min rêka xwe dît.
Rê ya meşa min digihîje te.
Ezê bigihîjim te.
Dil û canê min birîn û êş bûn.
Bi hebûna te birîn û êşê dil û canê min neman.
Tev heliyan û neman.
Ez bi te ve girêdahî mam.
Hebûna bi rûmet dermanê birîn û êşên dil
û canê min.
Hukmê hebûna te tarîtiya îxanetê li min ronî kir.
Bayê tevgera te,
hewra zilmê ji dora min bela kir.
Tu buyî kevok hatî ber şibaka min.
Tu bi xer hatî.
Ezê te bikim nîşan a serbilindiyê,
û bidim ser serê xwe.
Ezê bimeşim her bi warê miradê xwe.
Bi bêhna te û rengewînî ya te,
Gula kevok.
Hebuna birumetiyê.
Birîn û êş, zilm û neqebê teng, hewr û tarîtî,
riyên  tevlihev,
bi bêbextiyê ve tev man bi serê xwe.
Tu tac a sere min bi min re.
Ez li riya xwe dimeşim bi roj û bi şev.
Ezê bimeşim bi dilxweşî û bi dilxwazî.
Ezê bigihîjim warê xwe li welatê xwe.
Dilê min erde erda rayên tene.
Xwîn û xweydana min ava te ye.
Canê min rencberê te.
Tu bi xêr hatî hebûna bi rûmet.
Hatin û hebûna te, bersive ji xwedê.
Qewlû gotinên min ji te re.
Bersivê ji xwedanê min re.
Daxwaziya min ji xwedanê min,
Serkeftine.
Serkeftin a meşa min.
Gotinên min, qewlê min,
dazwaziyên min, serkeftina meşa min e.
Duha yê min ji te re xwedanê min.
Ji nawê te xwedano, xwestina min.
Ewê bê cîh serkeftina meşa min.
Ewê gavê meşa min ê bigîhîjê şadbûnê.
Meşa min ê neqede.
Bi dilxweşî, bi rumetî û serbilindî, gelê azad
ewê bijîn ji bo  te.
Serkeftina meşa min ji bo  te û gotina dawîn,
Her bijî Kurd û Kurdistan.

Hüseyin Baybasin,
Aralık 2014