ÇAVÊN TE (Kürtçe Şiir)

0
3827

Çavên te çavên serbilindan
Dengê te dengê zanîst û serokan
Şemla te şemla mêrxasan
Tevgera ta tevgera rê zanan
Tu dilê babê xweyî
Tu taca serê babê xwe bî

Heşt salîya te qedîya tu ketî sala nehîyan
Jîyana te nehsed sal be
Dil û canê te her tim şên û xweş be
Destê Xwedê di nav destên teda bin

Her karên te bi dilê te bin
Rêberê te Xwedê be
Gelê cîhanê bi qedrê te dilxweşbin
Rîya te her tim vekıri be bi çira Xwedê
Bêbextîya henik qewman dilê babê te tîrş dika
Zilma neyaran bar nine ji babêtera
Ji ber kû tu ronîya babê xweyî
Ronîya min
Arîan ê min

Rojbûna te pîroz be
Tu her bijî

Arîan Keyqubat

Hüseyin Baybaşin
19 Eylül 2006