Peşmergê Şehîd ketinê Rumeta Kurd û Kurdîstan’ê ne

Peşmergê Şehîd ketinê Rumeta Kurd û Kurdîstan’ê ne
24 March 2026
Rejîma mollayê Îranê dagirkeren Rojhilatê Kurdîstanê îro erîşahiyekî din hanine ser Başûre Kurdîstanê û 6 peşmergeyê me qetil kirinê.

Em bînin bira xwe û me got: hukumeta Başûre Kurdîstanê jî got ku em erîşahiya Îranê nakin, em tevle wî şerê nabin. Em gerek lazim e ku bibînin dagirkerên Kurdîstanê neyarê Kurdan in. Her dema ku reya xwe bibînin, ewê Kurdan qetil bikin. Pêwîste ku tewê Kurdan bibin yek û dagirkeran jî axa Kurdîstanê biqewirînin. Ji wîya pêtir ji bo me Kurd a tu reyekî din tune ye.

Em milletê Kurd tev zanibin. Em milletê Kurd herdem azad bunê. Dagirker ser pişta me hebunê, dagirker ser serê me hebunê, dagirker li ser pîyê me hebunê. Dagirkeran dest û nigê me jî giredanê, em di wî rewşê da jî azad bunê. Em li ser axa xwe azad bunê, em bi axa xwera, bi navê milletê xwera, bi serbilindaya dîroka xwera azad bunê.

Em herdem azadin. Ji me ra serxwebûnî tenê lazim e; ev jî rojekî milletê xwe serbixebin, milletê xwe, welatê xwe bikin yek. Em li ser axa xwe serxwebûnîya Devleta Yekîtîya Kurdîstanê bijî. Milletê me bê parastin reyekî din ji bo me tune.

Heke xwe bide wan kuçikan, Kurdê me tev dibêjin em tevle vî şerê nabin; ne besê ji bo dagirkeran xwîna Kurdan birêjin. Ev jî jiyanê ra tenê bes e. Madem aha ye, em jî xwe biparêzin bi her awayê; em bibin yek û van dagirkeran ser axa Kurdîstanê, axa pîroz, em wan biqewirînin, em wan derxin û dewleta xwe ava bikin. Reyekî din jî ji me ra tune ye.

Serxweşî ji tewî şehîdên Kurdîstanê ra em serxweşî dixwazin ji bona tewê Kurdan. 6 peşmergeyê me jî bûne şehîdên Kurdîstanê, ketine kerwana şehîdên serê Kurdan û serê Kurdîstanê. Milletê Kurd sax be.

Her Kurdêkî jiyana xwe ji dest dide ji bona azadî, serxwebûn û parastina Kurdîstanê, ev şehîdên herî bi rumet in. Me dest pê kir ku me got: bi navê xwedan avakirina Yekîtîya Devletên Kurdîstanê em zêde evîya nêevqînin…