Ji bo ku gelê me bi rastî bikaribe min fehm bike, divê em wan pirtûkan bixwînin û bi zanînê xwe zêde bikin. Xwendin ne tenê rêyek e ji bo fêmkirinê, lê her weha bingeha hişmendiya neteweyî ye.
Banga min li hemû dîrokvan, nivîskar û sîyasetmedarên Kurd e: divê hûn bi her awayî diroka Kurd ziman bikin, binivîsin û çap bikin. Ji ber ku gelek Kurd diroka xwe bi zimanê xwe nizanin.
Bila em hemû bi hev re bixebitin da ku gelê me diroka xwe nas bike, hebûna xwe fam bike û rastiyên xwe bi awayekî zelal bibîne. Ev ne tenê erkek e, lê berpirsiyariyek mezin e li ser milleta me.