ARMANCA ME KURD Û KURDISTAN E

ARMANCA ME KURD Û KURDISTAN E
10 Haziran 2026
Em ne ji bo partiyekê ne û ne jî li dijî partiyekê ne. Em di bin sîwana partiyekê de ne. Xebata me ji bo gelê Kurd û ji bo pêşeroja Kurdistanê ye.

Di dîroka nêzîk de gelek caran berjewendiyên partîzanî hatine danîn li pêş berjewendiyên neteweyî. Encam jî bûye parçekirin, lawazbûn û derengketina armancên neteweyî. Ji ber vê yekê em bawer dikin ku Kurd divê yekem car li ser berjewendiyên neteweya xwe li hev bikin.

Ez bi hevalên xwe re sala 2018’an de Yekitiya Dewletên Kurdistanê ava kirim. Ev gav ne ji bo dijberiya kesekî bû û ne jî ji bo rakirina partiyekê. Ev gav ji bo avakirina çarçoveyek neteweyî bû ku hemû Kurd, bêyî cudahiya partî, ol, herêm an ramanên siyasî, bikaribin xwe di nav de bibînin.

Armanca me ew e ku Kurd bibin xwediyê nasnameya xwe, xwediyê biryara xwe û xwediyê pêşeroja xwe. Em dixwazin Kurdistan di nav neteweyên din ên cîhanê de bi rûmet û statûyek fermî cih bigire.

Em dibêjin ku yekîtîya neteweyî ji her tiştî girîngtir e. Heke Kurd li ser armancên neteweyî li hev bikin, tu hêz nikare li pêşiya wan raweste. Heke em li gorî berjewendiyên kesane û partîzanî tevbigerevin, em ê her dem ji armanca mezin dûr bikevin.

Ji ber vê yekê banga me ji hemû Kurdan re ev e: li dora Kurd û Kurdistanê kom bibin. Yekîtîya neteweyî bikin. Berjewendiyên neteweyî li ser hemû berjewendiyên din bigirin.

Em ne ji bo partiyan xebat dikin.

Em ji bo Kurd û Kurdistanê xebat dikin.

Bi rêzgirtin,

Hüseyin Baybaşin