Birîné Laşé min béjimarin.
birîné béxîretîyé.
Birîné qewman bé dermanin.
Birîné nayaran, ser seran ser çawan.
Birîné li dilé min.
Birîné pir kur u xedarin.
Birînin kurin xedarin.
Birîndarım vame livrim.
Birîné kur u xedar.
Birîné béjimar.
Béxiretî ji rebenîyé.
Nezanî tîné rebenîyé.
Qewmé béxîret u nezan.
Tînin éşén bé derman.
Êşén bé derman.
Birînén ji neyaran weka neyaran.
Neyarén bé kok.
Hatin péxwas u rut.
Êşén jiwan waka wan.
Tevén éşan bun zanîn u zanist.
Êşén neyaran li laşé min bun.
Yé qewman li dil.
Zanîn u zanîsti bun toxim li péşîya gel.
Êşén neyaran dur ketin ji laşé min.
Revîyan çun wenda bun ji tirsan.
Yé qewman dilé minda man.
Êzé biwan ve bijîm.
Dilé min Kurd’e weka min.
Birîné dil ra binas’e.
Dilé me Kurd’an tev bi birînin.
Birînin ji qewmén Kurd.
Birîné ji neyaranin.
Birînén laşé min.
Bun éş li heşén neyaran.
Neyar bun éş yek bi yek.
Bun éş u lihev gerîyan.
Lihevudu gerîyan u bé heş man.
Ez kurdim.
Dilé min Kurde weka min.
Heşé min Kurd u Kurdistan.
Birînén kur u xedar.
Dihelin li ber heşé Kurd.
Dibin zanîn u zanist.
Tev dibin yek u dibin Kurdistan.
Bila deng bé we.
Kurdim ez.
Dilé min Kurd’e weka min.
Dile xurt u Kurd.
Êş u birîn nabin serdesté kurd é dil xurt.
Dilé Kurd u xurt.
Bila deng bé we.
Kurdim ez serbilindim.
Serbilindim her tim.
Birîndarim kurdim ez her dem.
Birîndarim.
Serbilindim.
Zanîstim.
Kurdim ez her dem.
Kurdim vame livrim.
Hüseyin Baybasin
2013 Eylül